Serok Barzanî û Fûad Masûm hatin gel hev

Serokê Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistan Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Masûm hevdîtin pêkanîn.
29.11.2017, Çar - 12:35
Serok Barzanî û Fûad Masûm hatin gel hev
Nuçe Belav bike

Piştî hevdîtinê Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Ferhan Eladîn ji ajansa Rûdaw'ê re ragihand: “Civîna Kak Mesûd Barzanî û Dr. Fûad Mehsûm zêdetirî 2 demjimêran ajot. Di civînê de behsa pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê hate kirin. Herdu aliyan bal kişandine ser wê yekê, ku ji bo çareserkrina van pirsgirêkan pêwîste demildest guftugoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bikin.”

Ferhan Eladîn da xuyakirin, ku hevdîtin erênî derbas bûye û diyar kir, ew dilxweş e, ku Hewlêr û Bexda jî amade ne pirsgirêkên xwe bi rÊya danûstandinan çareser bikin.

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm îro danê sibê jî li bajarê Hewlêrê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî hevdîtinek pêk anî bû.

Di wê hevdîtinê de rewşa Kekrûkê û destpêkirina diyaloga di navbera Hewlêr û Kerkûkê hatine gotûbêjkirin.

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ev 5 roj in li Herêma Kurdistanê ye. Mehsûm li Silêmanî û Kerkûkê li gel aliyên siyasî û hikûmî çend civîn pêkanîn. Armanca serdana Mehsûm a vê carê, çareserkirina pirsgirêkên nav YNKê, çaredîtina ji rewşa Kerkûkê re û herwiha sazkirina diyaloga di navbera Bexda û Hewlêrê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1015 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:41:46