Serok Barzanî, heyeta Tevgera Îslamî ya Cîhanê qebûl kir

Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî îro li bajarê Selaheddîn Tevgera Îslamî ya Cîhanê re hevdîtin kir.
03.08.2017, Per - 07:07
Serok Barzanî, heyeta Tevgera Îslamî ya Cîhanê qebûl kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de şanda mîhvan pesnê çanda pêkvejiyan û parastina pêkhatan û firehiya olî û fikrî ya Kurdistaniyan kir. Eve jî ragihand ku gelek baş li rewayetiya daxwaziyên gelê Kurdistanê û êşên wan têdigihin ku li ser xelkê Kurdistanê da hatiye û hêviya wê yekê xwest ku li bin serkirdayetî û hîkmeta Serok Barzanî gelê Kurdistanê bigihe encama aramiyê. Şandan Tevgera Îslamî ya Cîhanê spas û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê hebû ku mîhvandariya sedan hezar koçber û lêqewimiyan kiriye û li şerê DAÎŞ\' û xebata dijî sîtemkaran qurbaniyeke zêde daye û nerawestiyaye.

Her li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da behsa dîroka gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê kir û wan sedeman şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev serbixweyî yê hengavan bavêje û ragihand gelê Kurdistanê hemû rêyekî ji bo jiyan û şeraketa li gel Iraqê ceribandiye û hikûmetên Iraqê li têkdana şeraket û li vî derbarî de berpirsiyarin ku li ser pêkhatên Iraqê da hatiye. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê gefên teror û hizra tayîfegerî li ser aramî û pêkvejiyanê de danustandina bîr û ramanan kirin. Li vê civînê de Mamosta Mela Ebdulla Weysî Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê amade bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:04:09