Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed peyameke sersaxiyê belav kir

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, peyameke sersaxiyê belav kir û tê de belav kir, “Xwedêjêrazî piştî karîyereke tijî destkeftî û diyarî koça dawiyê kir.”
16.12.2023, Cts - 18:00
Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed peyameke sersaxiyê belav kir
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi xemgînî me nûçeya koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah wergirt.”

Serok Barzanî di peyama de got: “Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku giyanê wî bihuşta berîn şad bike û hevxemî û hevsoziya xwe ya kûr ji malbata rêzdar a El-Sebah û gel û serkirdayetiya dewleta Kuweytê re radigihînin.”

Serok Barzanî amaje kir: “Xwedêjêrazî Şêx Newaf El-Ehmed piştî karîyereke tijî destkeftî û diyarî koça dawiyê kir. Em hevparê xema birayên xwe yên li dewleta Kuweytê ne û ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku sebirê bide malbata ElSebah û gelê Kuweytê yê bira û ewlehî û aramiyê bo dewleta Kuweytê û gelê wê berdewam bike.”

Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah îro di 86 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 664 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:24