Serok Barzanî ji bo gihandina sersaxî û hevxemiya xwe serdana Konsulxaneya Kuweytê kir

Serok Barzanî bi mebesta gihandina sersaxî û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê, serdana Konsulxaneya Kuweytê li Hewlêrê kir.
18.12.2023, Pts - 12:19
Serok Barzanî ji bo gihandina sersaxî û hevxemiya xwe serdana Konsulxaneya Kuweytê kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 18.12.2023 serdana Konsulxaneya Kuweytê li Hewlêrê kir û pirse û hevxemiya xwe bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, ji gel, serkirdatiya Kuweytê û Konsulê Giştî yê Kuweytê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd re ragihand.

Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah roja 16.12.2023an di 86 saliya xwe de koça dawiyê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:39:04