Serok Barzanî jibo deşta Neynewa pêşniyarek girng kir
Endamekî encumena parêzgeha Neynewa (Mûsil) dibêje, Serok Barzanî pêşniyar kiriye deşta Neynewa bibe parêzgeh.
26.08.2017, Cts - 06:47
Endamê encumena parêzgeha Neynewa Xezwan Dawûdî ji BasNews'ê re got, Serok Barzanî pêşniyar kiriye deşta Neynewa bibe parêzgeh, ji ber wê dest bi amadekariyan hatiye kirin.
Xezwan Dawûdî her wiha got, endamên kurd, ereb û turkmen yên encumenê piştevaniya wê yekê dikin. Me bo wê hindê daxwaz ji Barzanî kiriye hêzên Pêşmerge devera me biparêze.
Wî endamê kurd yê encumena parêzgeha Neynewa anî ziman ku xelkê deşta Neynewa êdî naxwazin bin destê Bexdayê bin, dixwazin bibin xwedan parêzgeha xwe.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:33:19