Serok Barzanî pîrozbahiyê li Dr. Elî Qeredaxî dike

Bi helkefta hilbijartina wî wekî Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilmanan, Serok Barzanî pîrozbahiyê li Dr. Elî Qeredaxî dike.
10.01.2024, Çar - 11:55
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Dr. Elî Qeredaxî dike
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî îro (Çarşem, 10ê Çileya 2024ê) di peywendiyeka tilefonî de pîrozbahiya Dr. Elî Qeredaxî kir, bi helkefta hilbijartina wî wekî Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilmanan û herwesa serkeftina karên kongireya wê yekîtiyê, herwesa daxwaza serkeftinê jê re kir.

Roja Duşemê, 8ê Çileya 2024ê, Dr. Elî Qeredaxî 91% ya dengên pişkdarên Kongireya Şeşê ya Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilmanan wergirtin û wekî Serokê wê yekîtiyê hat hilbijartin ku pêştir Yûsif Qerezawî heta mirina xwe serokê wê bû.

Dr. Elî Qeredaxî li gel hejmareka zanayên cîhanî Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilmanan damezrand, li sala 2011ê bû Emîndarê Giştî yê wê yekîtiyê, îsal jî bi dengên piraniya endamên kongireyê bû serokê wê.

Dr. Elî Qeredaxî zêdetirî 100 vekolîn û bi dehan kitêban bi zimanê Erebî nivîsîne, û hejmareka kitêbên wî ji bo zimanê Kurdî û zimanên din jî hatine wergerandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:43:47