Serok Barzanî: Roleke mezin a jinan di xebata gelê kurd de hebû

Bi helkefta 65 saliya damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
12.12.2017, Sal - 06:40
Serok Barzanî: Roleke mezin a jinan di xebata gelê kurd de hebû
Nuçe Belav bike

Bi helkefta 65 saliya damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama serok Barzanî de ku, wêneyeka wê bo BasNewsê jî hatiye şandin hatiye ku, para herî mezin ji êş û azarên gelê me li ser milê jinan bû.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 65yemîn salvegera Yekîtiya jinên Kurdistanê ez gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî sekreter û endamên Yekîtiya jinan û hemû jinên Kurdistanê dikim.

Rola Yekîtiya jinan ên Kurdistanê di xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê de di hemû qonaxan de girîng û bi bandor bû. Herwiha para herî mezin ji êş û azarên gelê me li ser milê jinan bû, ku rolekî mezin dîtine di xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê de.

Di qonaxa niha de erkê Yekîtiya jinên Kurdistanê ji hemû qonaxan hestiyartir e. Pêwêst e Yekîtiya jinan bibe çavkaniya hişyariya neteweyî û niştimanî û pêgehandina jinan bo piştevanîkirina doza gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û ji bo rûbirûbûna astengiyên ku niha li pêşiya gelê Kurdistanê ne.

Ez hêvîdar im ku ev helkefta han bibe derfetek bo wê yekê ku Yekîtiya jinên Kurdistanê bi moraleke zêdetir kar bike ji bi kêmkirin û nehiştina êş û azarên jinan û parastina mafên wan di nava malbatan û li cihê kar û di hemû warên civakê de.

Mesûd Barzanî

11-12-2017”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:16:59