Serok Barzanî, sefîrên Fransa û Almanyayê pêşwazî kir

Îro (30.10.2017) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selaheddînê pêşwaziya Balyozê Almanyayê Sîrîl Nan û Balyozê Fransayê li Iraqê Bruno Obert kir.
30.10.2017, Pts - 12:52
Serok Barzanî, sefîrên Fransa û Almanyayê pêşwazî kir
Nuçe Belav bike

Mesûd Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê rêya diyalogê hildibijêre lê eger Bexda zimanê şer, gef, xwesepandin û şikandina rûmeta gel bidomîne dê gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bi hemû şiyanên xwe berevaniyê bikin.

Li gorî daxûyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq û Kurdistanê û her wiha guhertinên dawî û êrîşên hêzên Heşda Şeibî û hêzên iraqî yên li ser Kurdistanê hatine nirxandin.

Di hevdîtinê de balyozên Almanya û Fransa li Iraqê nîgeraniyên xwe li hember aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihandin û tekez kirin ku ew hilgirê peyama dostanî û berjewendiya hevbeş a welatê xwe ne ji bo gelê Kurdistanê.

Herwiha balyozên herdu welatan di hevdîtinê de balkişandine ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê û diyar kirin, ku ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê û hemû cûre rêkkeftin û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda dikin, hêviya guftûgo û çareseriya pirsgirêkan anîne ziman.

Serok Barzanî jî behsa rewşa dawî û proseya siyasî ya li Herêma Kurdistanê kir û da zanîn, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ew siyaseta diyalog û guftûgo hildibêjin.

Serok Barzanî got: “Eger Bexda zimanê şer, gefxwarin, xwesepandin û şikandina kerameta gelê Kurdistanê berdewam bike, dê gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge, bi hemû awayî berevaniyê li keramet û rûmeta Kurdistanê bikin.”

Serok Barzanî kiryar û helwesta hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî bi neyasayî û nedestûrî wesif kir û ragihand, ku li gor destûrê bi ti awayekî nabe hêzên serbazî ji bo nakokiyên siyasî û li dijî gelê Kurdistanê were bikaranîn.

Serok Barzanî da xuyakirin: “Em ne li gel xwînrijandinê ne, lê di çend rojên derbasbûyî de pêşrewî û niyeta xirap a hikûmeta Iraqê wiha kir, ku pêşmerge berevaniyê bike û şer bike.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:39:16