Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê civiyan

Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.
10.11.2023, Cum - 05:43
Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê civiyan
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê, 9ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Di wê civînê de, Cîgirên Serok Barzanî Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, Fazil Mîranî, Hişyar Zêbarî û Mihemed Mehmûd amade bûn.

Êvara îro roja Pêncşemê, 9ê Mijdara 2023ê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdanekê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve pêşwaziya wî hat kirin.

Serokwezîrê Îraqê bi hevaltiya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê Diktor Fuad Husên û çend berpirsên din ên Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 539 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:11