Serok Barzanî: Xwesepandina bi zor, çek û xiyanetiyê nayê qebûlkirin

Serok Mesûd Barzanî îro li Selaheddîn li gel encûmena serkirdatî û berpirs û rêvebirên liq û navçe û berpirsên îdarî û endamên perlemanto û endamên encûmena parêzgehê yên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya parêzgeha Hewlêrê civiya.
28.11.2017, Sal - 16:47
Serok Barzanî: Xwesepandina bi zor, çek û xiyanetiyê nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Di wê civînê de Serok Barzanî di gotarekê de bi hûrî behsa pêşhatên siyasî û referandûmê û qonaxa piştî referandûmê kir û bi hûrî behsa bûyerên Kerkûkê û ew xiyaneta ku li hember gelê Kurdistanê, Kerkûk û navçeyên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatiye kirin, aşkere kir.

Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de tekezî li ser wê kir, ku her dem diyalog, danûstandin û çareseriya aştiyane û destûrî bijardeya gelê Kurdistanê bû û binpêkirina berdewam a destûrê û nehêştina hevpariyê ji aliyê hikûmeta Iraqê hêşt ku ew rewşa niha derkeve.

Got jî, niha hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye rûne û diyalogê ligel Bexdayê bike û ewê pêwîst e ji bo rêxweşkirin ji bo danûstandinê encam daye û sergirtina wê proseyê li ser hikûmeta Bexdayê dimîne, ku dawî li mercên tacîzî bîne.

Herwiha ew jî ji amadebûyan re dupat kir, sepandina emirî waqih bi zor, çek û xiyanetiyê nayê qebûlkirin û ev rewşa niha demkî ye û naçe serî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1127 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:50:34