Serok Barzanî 31 saliya damezirandina Bingeha Laleşê li Êzidiyan pîroz dike

Serok Mesûd Barzanî îro 11 Gulanê, bi boneya 31 saliya damezrandina Bingeha Laleşê, peyameke pîrozbahiyê belav kir
11.05.2024, Cts - 16:53
Serok Barzanî 31 saliya damezirandina Bingeha Laleşê li Êzidiyan pîroz dike
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 11 Gulanê, bi boneya 31 saliya damezrandina Bingeha Laleşê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, “Bingeha Laleşê di van salên dawî de digel hemû berbest û astengiyan, bi hewla xemxur, kadro û rewşenbîrên civaka Êzidiyan, xizmeteke berçav pêşkêşî çanda gelê Kurdistanê û parastina kevneşopiyên civaka Êzidî kiriye.”

Serok Barzanî peyama xwe ya pîrozbahiyê arasteyî serok û endamên Desteya Bilind a Bingeha Laleşê û tê de ragihand, “Bi hilkefta 31 saliya damezrandina bingeha Laleşê, pîrozbahiyên xwe arasteyî we, endam û kadroyên bingeha Laleşê û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim.”

Serok Barzanî diyar kir, “Bingeha Laleşê di van salên dawî de digel hemû berbest û astengiyan, bi hewla xemxur, kadro û rewşenbîrên civaka Êzidiyan, xizmeteke berçav pêşkêşî çanda gelê Kurdistanê û parastina kevneşopiyên civaka Êzidî kiriye.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Piştevaniyê li hewl û westana bingeha Laleşê dikim û hêviya berdewamiya pêşketin, aramî û xweşiyê ji bo hemû xwişk û birayên Êzidî dikim û her serkeftî bin.”

Bingeha Laleş a Çandî û Civakî, 12ê Gulana 1993an li parêzgeha Dihokê di bin diruşma “Laleş kaniyeke zelal e û dirje rûbara rewşenbîriya Kurdî” kongreya xwe ya yekem lidar xistibû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 426 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:05:46