Serok Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir

Serok Mesûd Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen qebûl kir û ragihand ku PDK dê di hikûmeta nû de ti aliyan veto neke.
07.11.2024, Per - 09:56
Serok Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir
Nuçe Belav bike

Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen daxuyaniyek belav kir.

Hat diyarkirin ku civîn li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hatiye kirin.

Hat ragihandin ku Balyozê Brîtanyayê ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û beşdariya zêde ya xelkê pîrozbahî li Serok Barzanî kir.

Di derbarê danûstandinên hikûmetê nû de jî Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ti aliyan veto nake û divê danûstandin di çarçoveya “yek Herêm, yek Parlamento, yek Hikûmet û yek Hêza Pêşmergeyan” de bin.

Di civîna ku Konsulê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Bizley jî amade bû de li ser encamên hilbijartinên Amerîkayê û bandora wan a li ser cîhan û herêmê û rewşa siyasî ya Îraqê gotûbêj hatin kirin.

20ê Çiriya Pêşînê hilbijartinên xula 6an a Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 147 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:05:36