Serok Barzanî: Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê daxwaza aştî û pêkvejiyanê kiriye

Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Gulanê pêşwazî li şandeke Navenda Fransî bo Lêkolînên li ser Iraqê kir ku ji Professor Michel Vivorca, Professor Fabricel Balanche, Marius Exposito, Tiali Yilman û Dr. Adil Baxewan pêk hatibû.
13.05.2024, Pts - 16:44
Serok Barzanî: Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê daxwaza aştî û pêkvejiyanê kiriye
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, şanda mêvan pêzanîna wan bo qurbanîdan û berxwedana gelê Kurdistanê di xebat û bêwestaniya ji bo bidestxistina azadiyê hebû û rola Serok Barzanî di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de bilind nirxand. Herwiha pesnê ferhenga pêkvejiyanê û parastina pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê da.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî, pêşhat, gef û metirsiyên li Iraq û navçeyê, hevkêşeyên herêmî û navdewletî û herwiha rewatî û paşeroja doza gelê Kurdistanê û aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Girêdayî bi mafên gelê Kurdistanê de, Serok Barzanî ji bilî şîrovekirina rehendên dîrokî, siyasî û yasayî yên rewatiya doza gelê Kurdistanê li Îraq û navçeyê û herwiha têkoşîna gelê Kurdistanê ji bo parastin û pêşvebirina doza xwe, tekez li ser wê yekê kirk u çareserkirina pirsgirêkan bi şer, înkar û hewlên jinavbirina gelê Kurdistanê ti encamek bidest nexistiye û baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, di nav de jî pirsgirêka gelê Kurdistanê li herêmê, têgihîştinê, aştî, rêkarên demokratîk û diyalog e.

Serok Barzanî amaje bi wê jî da, bi dirêjahiya dîrokê, gelê Kurdistanê daxwaza aştî, pêkvejiyan û hevbeşiyê kiriye û ti carî destpêşxerê şer û aloziyan nebûye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 662 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:46:21