Serok Barzanî bi malbata Jîna Emînî re ket pêwendîyê

Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi malbata Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ya ji Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ku di bûyereke ne zelal de li Tehranê canê xwe ji dest da, kir û ji malbatê re sersaxî xwest.
19.09.2022, Pts - 12:37
Serok Barzanî bi malbata Jîna Emînî re ket pêwendîyê
Nuçe Belav bike

Baregeha Barzanî îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Êvara roja Yekşembê 18ê Îlona 2022an Serok Mesûd Barzanî di rêya peywendiyeke telefonî têkilî bi malabta Jîna Emînî re kir û derbarê canjidestdana Jîna Emînî hevxemiya xwe gihande wan.”

Li gor daxuyaniyê, “Serok Barzanî di vê peywendiyê de hêviya sebr û aramiyê û herwiha cîbicîkirina dadperweriyê bo dosyeya Jîna Emînî kir.”

Bûyera canjidestdana Jîna Emînî

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Kesên ku bi Jînayê re hatibûne desteserkirin ji medyayên Îranê re gotine, di dema veguhastina bo girtîgeha demkî ya polîs de, hêzên polîsa li Jînayê xistine, piştre li navenda polîs rewşa wê ya tendirustiyl xirab bûye û ew di demeke dereng de rakirine nexweşxaneyê.

Jîna Emînî piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, canê xwe ji dest da û duh di merasimeke girseyî de bi beşdariya hezaran welatiyên Kurd li Seqizê hat veşartin.

Bûyera ku li Tehranê bi serê Jîna Emînî de hat, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê deng veda û gelek bertek û nerazîbûn li pey xwe anîn.

Di du rojên bihorî de li bajarên Sine û Seqizê li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin. Herwiha duh xwendekarên zanîngeha Tehranê jî xwepêşandanek nerazîbûnê lidarxistin û têde dirûşmên “Jîna tu namirî, navê te dê bibe sembol” û “Jin, jiyan, azadî” û “Ez ne haştag im ez mirov im” hatin bilindkirin û daxwaza zelalkirina bûyerê û cezakirina bikeran kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 415 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:30:00