Serok Barzanî bi şandeyeke ENKSyê re civiya

Serok Mesûd Barzanî bi şandeya serkirdayetiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya.
08.01.2025, Çar - 14:28
Serok Barzanî bi şandeyeke ENKSyê re civiya
Nuçe Belav bike

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya de diyar kir ku pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û helwesta Kurdan hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de Serok Barzanî "tekezî li ser piştgiriya doza gelê Kurd a li Sûriyeyê û pêwîstiya yekrêzî û yekhewlestiya aliyên Kurdî û berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û girîngiya diyalog û rêkarên aştiyane kir."

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de her wiha anî ziman:

“Serok Barzanî pêşwazî li şandeke serkirdayetiyê ya ENKSyê kir.

Roja Çarşemê 8ê Kanûna Paşîn a 2025an li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî şandeke serkirdayetiyê ya ENKSyê pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de derbarê rewş û pêşhatên dawî û guherînên li Sûriyeyê û her wiha helwesta aliyên Kurdî ya li hemberî guherînan guftûgo hatin kirin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser piştgiriya doza gelê Kurd a li Sûriyeyê û pêwîstiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî û berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û bikaranîna diyalog û rêbazên aştiyane kir.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 865 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:20:24