Serok Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî ji bo 40emîn salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir.
31.07.2023, Pts - 10:33
Serok Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de peyamek belav kir
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Mixabin 40 sal di ser wê tawana mezin re derbas dibe lê hîn jî em di xeyal û reftarên hinek kes û aliyan de fikrên şovenîstî û niyeta nehîştin û êşandina gelê Kurdistanê dibînin.”

Serok Barzanî di berdewama peyama xwe de got:

“Ev tawan beşek ji karesatên pey hev û qurbanîdanan bû ku ji bo têkbirin û helandinê anîne serê zarokên gelê Kurdistanê.

Ji windakirina 12 hezar ciwanên Feylî, Enfala Germiyanê, kîmyabarana Helebceyê û deverên din ên Kurdistanê bigire heta Erebkirin û guherîna demografiyaya Kurdistanê di nav de bû.”

Ji dawiya Tîrmehê heta nîvê Tebaxa 1983an 8000 xort, ciwan, mêr û kalên Barzaniyan bûne qurbaniyên tawaneke hovane ya desthilata wê demê ya Iraqê.

Îro 40 sal di ser windakirina 8000 xort, ciwan, mêr û kalên Barzaniyan re derbas dibe.

Komkujiya Enfalê ya ku niha ji aliyê Iraqê û hejmarek welatên cîhanê ve weke komkujiyê hatiye naskirin, ji heşt qonaxan pêk tê û ev qonax bi Enfala 8000 Barzaniyan dest pê dikin.

Serok Barzanî anî ziman, “Beriya niha bi 40 salî rejîma Beasê li çolên başûrê Iraqê 8 hezar xort, ciwan, mêr û kalên Barzaniyan ku temenê wan ji 9 heta 90 salî bûn bi awayekî nemirovane qetil kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 625 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:32:37