Serok Barzanî: Divê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî pakij û şefaf bin

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê dike, herwesa tekezê dike ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî “pakij û şefaf û di rewşeke aram de” bên kirin.
28.08.2024, Çar - 16:05
Serok Barzanî: Divê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî pakij û şefaf bin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Klaus Streicher kir, ku bi helkefta bidawîhatina erkê wî û bi merema xatirxwastinê û herwesa nasandina Albert von Weatek wekî cîgirê xwe serdana Serok Barzanî kir.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de “Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê spasiya Serok Barzanî kir ku di dema karkirina wî ya li Hewlêrê de herdem piştevanê wî bû, herwesa rêz ji bo mêvandarî û hevahengiya dezgehên Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê hebû. Konsulê Giştî yê Almanyayê amaje da giringiya peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatê xwe, ku divê li paşerojê jî bi giringî ve berdewam be.

Zêdebarî tekezkirina giringiya pêşveçûna hevahengî û berdewamiya peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê, Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya erk û westiyana Konsulê Giştî yê Almanyayê kir û herwesa daxwaza serkeftinê ji bo Konsulê Nû yê Almanyayê li Hewlêrê kir.

Her di wê civînê de, wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Amaje bi hilbijartinên Cotmeha bê yên Perlemana Kurdistanê hat dan û Serok Barzanî ronkirinên pêdivî di wî warî de berçav kirin, û herwesa tekez jî kir ku divê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî pakij û şefaf û di rewşeke aram de bên kirin.”

Gefên terorê li ser astê Îraq û deverê jî mijara tewerekî din ê wê hevdîtinê bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:58:27