Serok Barzanî bi tundî kiryara şewitandina Qurana pîroz dike û di peyamekê de diyar dike, kiryara nerawa ya şewitandina Qurana pîroz bi ti awayekî naçe çarçoveya azadiya raderbirînê û hîç hêcetek hilnagire.
Serok Mesûd Barzanî ragihand: “Kirdara nerawa ya şewitandina Qurana pîroz bi ti awayekî naçe çarçoveya azadiya raderbirînê û hîç hêcetek hilnagire. Eve birîndarkirina hest û soza hemû misilmanên cîhanê ye û em gelek bi tundî şermezar dikin.”
Herwiha di peyama Serok Barzanî de hatiye destnîşankirin: “Ev cûre kirdar dijî giyanê tebayî û pêkvejiyanê ye û xizmeta gotara tarîtî û belavkirina riq û kînê dike û li ser hemû aliyek pêwîst e rêgiriyê lê bikin.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Kirdara nerawa ya şewitandina Qurana pîroz bi ti awayekî naçe çarçoveya azadiya raderbirînê û hîç hêcetek hilnagire. Eve birîndarkirina hest û soza hemû misilmanên cîhanê ye û em gelek bi tundî şermezar dikin.
Ev cûre kirdar dijî giyanê tebayî û pêkvejiyanê ye û xizmeta gotara tarîtî û belavkirina riq û kînê dike û li ser hemû aliyek pêwîst e rêgiriyê lê bikin.
Mesûd Barzanî
29ê Hezîrana 2023an