Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn bibe sedema aştî û aramiyê

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya Cejna Qurbanê pîrozbahî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
10.07.2022, Paz - 05:53
Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn bibe sedema aştî û aramiyê
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya Cejna Qurbanê pîrozbahî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand: “Hêvîdar im ev cejna pîroz bibe sedema berqerarbûna aştî û aramiyê li navçeya me û hemû cîhanê.”

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.”

Peyama Serok Barzanî ya ji bo Cejna Qurbanê wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Qurbana pîroz germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.

Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.

Hêvîdar im birayetî û tebayî û pêkvejiyana li welatê me berfirehtir bibe û ev cejna pîroz bibe sedema berqerarbûna aştî û aramiyê li navçeya me û hemû cîhanê.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.

Mesûd Barzanî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 590 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:07