Serok Barzanî li gel şandeyeke hevpar a Ereb û Tirkmenan civiya

Serok Mesûd Barzanî şandeyeke hevpar a ji Ereb û Tirkmenîm Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê û hinek perlemanter û serkirdeyên siyasî pêk tê pêşwazî kir.
05.08.2024, Pts - 09:51
Serok Barzanî li gel şandeyeke hevpar a Ereb û Tirkmenan civiya
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi şanda hevpar a bi serokatiya Şêx Xemîs Xencer civiya.

Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û herwiha rewşa Kerkûkê û û hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê û diyarkirina postên din ên îdarî yên Kerkûkê ji hev re zelal kirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di wê civînê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e çareserî li gorî mafê hemû pêkhatên Kerkûkê û di xizmeta parastina aramiya wî bajarî de be.

Herwiha hat gotin ku divê pêşkêşkirina xizmetkariyan ji bo welatiyan û vejandina Kerkûkê be, ew jî di çarçoveya lihevkirin û yekdengiya niştîmanî de be.

 

Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:09:34