Serok Barzanî li ser bûyera Îranê: Ez gelekî xemgîn bûm

Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Gulanê ji ber koça dawî ya Serokkomarê Îranê û Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan, peyameke sersaxiyê arasteyî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, hikûmet û malbatên qurbaniyan kir.
20.05.2024, Pts - 15:24
Serok Barzanî li ser bûyera Îranê: Ez gelekî xemgîn bûm
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi bihîştina nûçeya canjidestdana Serokkomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebdullahiyan di bûyera diltezîn a ketina helîkoptereke de gelekî xemgîn bûm.”

Herwiha di peyama Serok Barzanî de hat: “Ez pirse û sersaxiya xwe arasteyî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, hikûmet û malbatên qurbaniyên vê bûyerê re dixwazim. Xwedêyê mezin aramiyê bide her kesî.”

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û şanda pê re duh êvarê li parêzgeha Azerbeycana Rojhilat ji ber rewşa keşûhewayê ket xwarê. Li gorî medyaya fermî, piştî lêgerîna 18 demjimêran, helîkopter hat dîtin û Raîsî û şandeya pê re canê xwe jidest dane.
 

 

Vî nûçeyê tevayî: 814 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:44:25