Serok Barzanî ligel efser û piledarên Pêşmerge û dezgehên ewlehiya Duhokê civiya

Serok Barzanî di civîna ligel efser û piledarên Pêşmerge û dezgehên ewlehiya sînorê parêzgeha Duhokê de ragihand: “Hûn di rûbirûbûna gefan de xeta pêşî bûn û xelkê Kurdistanê qedrê we dizane û hûn her dem di dilê min de ne.”
22.08.2023, Sal - 15:44
Serok Barzanî ligel efser û piledarên Pêşmerge û dezgehên ewlehiya Duhokê civiya
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 22ê Tebaxa 2023an, li bajarê Duhokê, Serok Barzanî ligel ligel efser û piledarên Pêşmerge û dezgehên ewlehiya sînorê parêzgeha Duhokê civiya.

Baregeha Barzanî ragihand, di civînê de pêzanîna Serok Barzanî ji bo qurbanîdan û xebat û şevxewnekirina hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê hebûye û spas kiriye ku wan kariye seqamgîrî û asayîşa xelkê Kurdistanê dabîn bikin. Herwiha diyar kiriye ku Pêşmerge û hêzên ewlehiyê her dem di xeta pêşî ya rûbirûbûna gefan de ne û xelkê Kurdistanê qedrê wan dizane û ragihand ku hûn her dem di dilê min de ne.

Di berdewama axaftina xwe de Serok Barzanî berçavroniya pêwîst li ser rewşa siyasî ya Herêmê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal û herwiha doza gelê Kurdistanê û ew gef û astengiyên li ber gelê Kurdistanê xiste rû, ew yek jî dûpat kir ku di encamê de îradeya gelê Kurdistanê bi ser astengî û pîlanan de bi ser dikeve.

Herwiha Serok Barzanî ew yek jî ji bo amadebûyên civînê xiste rû ku divê gelê Kurdistanê pişta xwe bi şiyan û îradeya xwe ve girê bide û tekez jî kir ku Kurdistan di ser berjewendiyên hemû aliyan re ye û divê bi hilbijartinan baweriya gelê Kurdistanê bi aliyan were nûkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 678 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:20