Serok Barzanî ligel Mistefa Kazimî hevdîtin pêkanî

Civîna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku di derbarê rewşa Iraq'ê de dest pê kir.
03.10.2022, Pts - 09:13
Serok Barzanî  ligel Mistefa Kazimî hevdîtin pêkanî
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser rewşa siyasî ya welat û dawî pêşhatên nava proseya siyasî hatin kirin û tekezî li giringiya piştbestina aliyan bi şêwazê diyalog û hevtêgihîştina di navbera wan de hate kirin.

Di beşeke din a civînê de, astengiyên ewlehiyê û hevahengiya hevbeş a di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi taybet rûbirûbûna teror û bicihkirina aramiyê hate kirin.

Biryar e piştî vê civînê, Kazimî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive û gotûbêjan li ser pêşhatên dawiyê yên Iraq û navçeyê bikin.

Îro 3ê Cotmeha 2022an Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Hewlêrê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.

Ev serdana Mistefa Kazimî di demekê de ye, aliyên siyasî yên Iraqê gotûbêjan ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê dikin, her wiha zêdetir ji hefteyekê ye Îran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:40:46