Serok Barzanî ligel şandeke bilind a Partiya Komunîst a Çînê civiya

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Komunîst a Çînê (CCP) kir ku ji Cîgirê Wezîr di beşa navdewletî ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê, Balyozê Çînê li Iraqê Chu Wei, Konsulê Çînê li Hewlêrê Liu Xin-yong û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên Partiya Komunîst a Çînê û pêk hatibû.
13.02.2023, Pts - 10:41
Serok Barzanî ligel şandeke bilind a Partiya Komunîst a Çînê civiya
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de Serokê Şandeyê Zhu Rui kurteyek li ser siyaset û nêrîna cîhanî ya Partiya Komunîst a Çînê ji piştî kongreya 20emîn a wê partiyê li hember pirsên cîhanî û navçeyî û her wiha rewş û pêşketina û guhartinên navxwe yên Çînê ji Serok Barzanî pêşkêş kir.

Ameje bi xal û konseptên hevbeş ên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Çînê de kir û daxwaza pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de kir, bi taybetî di warê pevguhertina ezmûn û pisporiyê de di warên îdarî, hikûmî, bazirganî û aborî de.

Her di vê civînê de, Serok Barzanî bixêrhatina şanda mêvan kir û ji bilî amejepêdana bi pêwendiyên dîrokî yên navbera PDK û Partiya Komunîst a Çînê de, tekezî li wê kir ku PDK û Partiya Komunîst a Çînê bi resenî û hêza xwe ya gelerî karîbûn astengî û zehmetiyên mezin derbas bikin.

Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de nîşan da û hêvî xwest ku PDK û Partiya Komunîst a Çînê mekanîzmayên guncaw ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî deynin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1030 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:04:38