Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê de kêfxweşiya xwe bi yekbûna herdu rêxistinan anî ziman û got: “Xwişk û birayên hêja, ez gelek kêfxweş im ku di rojeke wiha pîroz de, ku her du rêxistinên jêhatî, her du rêxistinên xwedî ezmûn li hev dicivin, tevlî we dibim. Ez ji bo vê biryarê, we pîroz dikim û ez piştrast im ku hûn ê bikaribin zêdetir û baştir xizmeta gel û welat bikin.”
"Xwendekar û ciwanan roleke dîrokî lîstine û hêj dikarin zêdetir bikin"
Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser rola girîng a xwendekar û ciwanan di dîroka Kurdistanê de û teqez kir ku ew dikarin di pêşerojê de jî vê rolê bi awayekî baştir bilîzin û got: "Xwendekar û ciwanan roleke gelek karîger hebûye di Şoreşa Îlonê de, di Şoreşa Gulanê de, heta di şerê DAIŞê de û ez piştrast im ji niha û pê de jî dikarin wê rolê baştir û zêdetir bibînin."
Derbarê yekgirtina rêxistinên xwendekar û ciwanan de, Serok Barzanî wiha axivî: "Yekgirtina we herduyan niha, gelek gelek vî erkî asantir dike û serkeftîtir dike, ji ber ku dê biryarek yekane hebe û hûn ê bi hev re bin û yek dê temamkerê yê din be."
"Rêjeya jinan di nav ciwan û xwendekaran de cihê kêfxweşiyê ye"
Li ser beşdariya jinan di herdu rêxistinan de, Serok Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Gelek kêfxweş im, çend roj berê dema ku ez ligel sekreteriyeta herdu aliyan rûniştim, min bihîst ku rêjeya jinan di nav xwendekar û ciwanan de gelek zêde bûye û ev tê wê wateyê ku dê di nav partiyê de jî zêdetir dibe. Ev ji bo me gelek gelek cihê kêfxweşiyê ye û ez şîreta we dikim ku hûn çiqas bikarin rêjeya jinan zêdetir bikin."
"Divê hikûmeta pêşerojê li ser bingehê yek herêm û yek hêza Pêşmerge be"
Serok Barzanî derbarê pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand: "Divê hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê, li ser bingeha yek herêm, yek hikûmet, yek perleman û hêza Pêşmerge pêk bê." Herwiha dûpat kir: "Hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê li ser bingeha 50 bi 50 pêk nayê."
"Eger baweriya we bi federalîzmê nemaye, ji me re bibêjin"
Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de rexne li helwesta Bexdayê ya derbarê Herêma Kurdistanê girt û got: “Divê Bexda li gorî rewatiya Herêmê tevbigere. Cotmeha borî hilbijartin çêbûn û hilbijartinan jî giraniya hemû aliyan nîşan da. Eger çend kes ji ber çi mebestê be, xwe pê qaneh bikin, gilî bikin û li gorî wan tevger bê kirin, ev binpêkirina destûrê, rewatiyê û her tiştî ye.”
Herwiha got: “Werin li gorî Herêmê tevbigerin. Eger mebest ew e ku federalîzm nemaye, bila bi eşkereyî ji me re bêjin ku baweriya me bi federalîzmê nemaye. Wê demê yê ku qebûl bike, dê qebûl bike, yê ku qebûl neke jî, dê biryara xwe bide. Lê serederiya ku niha li gel Herêmê tê kirin, ne ya federalîzmê ye.”
Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî, Serok Barzanî wiha axivî: "Eger hemû aliyên siyasî bixwazin Iraq aram bibe û xelkê wê bextewar be, divê vegerin ser her sê bingehên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê ku piştî sala 2003an Iraq li ser wan hatiye damezrandin. Eger ew neyê kirin, ez bawer nakim ku rewşa Iraqê aram bibe."
"Niha bi madeyên hişber şer bi me re dikin"
Serok Barzanî derbarê madeyên hişber de ragihand: "Şerê berê gelek asantir bû ji şerê niha. Berê şerê firoke û tank û topan bû. Heta kîmyabaran, Enfal, lê bawer bikin şerê niha gelek metirsîdartir e. Şerê belavkirina madeyên hişber e di nav civaka me de. Wî şerî bi me re dikin, şerê nehiştina bîr û baweriyê ye. Şerê nehiştina wê yekê ye ku takekesê Kurd, êdî baweriya wî bi xwe nemîne, hêviya wî nemîne, ji ber vê yekê ev şer gelek dijwartir û metirsîdartir e."
Li gorî gotina Serok Barzanî: "Beşeke mezin a berevanîkirina li dijî vî şerê tirsnak, dikeve ser milê we (herdu rêxistinên Yekîtiya Lawan û Xwendekaran). Divê hûn ciwanan perwerde bikin, dûr bixin ji wan tiştên ku zirarê didin xwe, malbatên xwe û partiya xwe û miletê xwe. Yê ku bi madeyên hişber ket, çû, lê yê ku bazirganiyê pê dike, ev tawanbar e, yên din qurbanî ne. Divê ev mijar gelek bi ciddî bê wergirtin û divê gelek bi tundî jî li dijî vê diyardeya metirsîdar têkoşîn bê kirin."
"Para Herêmê Kêmtir ji nîvê ji bo me tê şandin û mijara mûçeyê ji bo armancên siyasî tê bikaranîn"
Serok Barzanî derbarê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de dûpat kir: "Para Herêma Kurdistanê ji nîvî kêmtir ji bo me tê şandin, tenê hindikek jê bimîne dê sê qat bibe."
Herwiha got: "Wan mijara mûçeyê wisa kiriye, ku xebat û têkoşîna ewqas salên vî miletî û ewqas şehîdên hatine dayîn û ewqas Enfal û kîmyabaran, tenê ji ber mûçeyê bûne. Eger mebest mûçe bûya, dewletên berê destê Kurdan jî maç dikirin û spasdar jî dibûn. Mixabin ev bi çavsorî û bi rênîşandana hinek aliyên navxweyî bûye."
"Eger Rêya Aştiyê hebe û mirov şer hilbijêre xiyanet e, em piştgiriya proseyê dikin"
Serok Mesûd Barzanî derbarê proseya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de ragihand, proseya vê carê ji du-sê carên borî cuda ye, ji ber ku hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, yên desthilatdar û yên opozisyonê jî, piştgiriyê didin proseyê û hemû li ser çareserkirina pirsê hevnêrîn in.
Serok Barzanî tekez kir: "Her dem eger rêya çareseriya aştiyane ji bo her pirsgirêkekê hebe û mirov rêya şer hilbijêre, xiyanet e. Niha ji ber ku rêya aştiyê heye, em bi hemû şiyana xwe piştgiriyê didin vê proseyê û çi li ser me pêwîst be, em ê bikin û hêvîdar im ku prose biserkeve."
"Me hewl da aliyên Rojavayê Kurdistanê yek bixin û danûstandinê ligel Şamê bikin"
Derbarê Rojavayê Kurdistanê de, Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku wan hewl daye helwesta aliyên siyasî yên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê yek bixin û handana wan kiriye ku rêya aştiyane hilbijêrin û danûstandinan ligel Şamê bikin.