Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
17.10.2022, Pts - 11:41
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir.

Li gor ragihandina Ofîsa Barzanî daxuyaniya derbarê hevdîtinê de hatiye dayîn waha ye:

Roja dûşem 17.10.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de David Hunt Konsolê Giştî yê Brîtanya amade bû, guhertinên dawî ya di nav qada siyasî û hilbijartina dawî ya Serok Komariyê hate guftûgo kirin û her du alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hengavên pêkanîna hikûmetê li gor îstîhqaqata hilbijartinê bê û bi pêwîst jî zanî ew programa ku ji aliyê beşdarbûyên proseya siyasî li ser rêkkeftine, bê bi cîh kirin. Bi awayek ew program wekî nexşerêyek bê ji bo rêrewa proseya siyasiya Iraqê ber bi aramiya siyasî.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez jî li ser girîngiya rola jinan û bihêzkirina wê rolê kir û balkişand li ser wê yekê ku Partiya Demokrata Kurdistanê pêşengê pêgihandina jinên çalak buye û ji bo pêşxistina civakê herdem rolê daye jinan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:49:09