Li gor daxuyaniya baregeha Serok Barzanî, Balyozê Îspanya li Iraqê ji Serok Barzanî re ragihandiye ku haya wî ji dîrok, têkoşîn û zehmetiyên ku hatine serê gelê Kurdistanê heye, pêzanîna wî bo giyanê berxwedana gelê Kurdistanê heye û geşe û pêşketinên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û wek mînakek ji bo deverên din ên Iraqê bi nav kir.
Diyar kir jî, rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî gotûbêj kirin û Serok Barzanî amaje bi têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina maf û aramiya tevahiya Iraqê kir û tekezî li ser wê yekê ku pêwîst e hemû alî wane ji dîrok û xeletiyan werbigirin û vegerin ser destûr Iraqê û diyalog û hevtêgihiştin, baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina aramî û geşepêdana Iraqê zanî.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê de, mijareke din a gotûbêjên hevdîtinê bûn.