Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Romanya li Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî îro 27ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Romanya li Iraqê Radu Dobre kir.
27.05.2024, Pts - 12:15
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Romaniyayê li Hewlêrê Petre Constantin amade bû, dawî pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê û astengî û kêşeyên li pêşiya aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Her di vê hevdîtinê de, tekezî li ser kûrkirina dostanî û berfirekirina pêwendiyên aborî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Romanya de hate kirin.
Hilbijartinên Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê tewerên din ên hevdîtinê bûn.
Vî nûçeyê tevayî: 460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:12:48