Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Vatîkanê li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Vatîkanê li Iraqê Mitja Lescovar kir ku ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kir.
14.05.2024, Sal - 15:56
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Vatîkanê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, Balyozê Vatîkanê spasiya rola Serok Barzanî di hewlên bo bidestxistina aramî, parastina çanda pêkvejiyanê û parastina mafên pêkhateyên olî û etnîkî li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Her wiha pêzanînên xwe hebû ji bo pêşwazîkirin û amadekariyên bo serdana Papa bo Herêma Kurdistanê hatine kirin, nîşan da û ew serdan bi dîrokî û giring binav kir.

Balyozê Vatîkanê amaje bi wê kir, tevî gelek pirsgirêk û kêşeyên li Îraqê hene, lê di gelek waran de jî pêşketin hene cihê dilxweşiyê ye û Herêma Kurdistanê û bi taybetî bajarê Hewlêrê bi nimûneya aramî û pêşketinê binav kir.

Her di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî amajepêdan bi girîngiya serdana Papayê Vatîkanê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, ragihand ku gelê me şanaziyê bi çanda pêkvejiyanê dike û divê ev çand were dewlemendkirin.

Serok Barzanî got jî, Kurdistan bi ciyawazî û rengerengiya xwe ciwan e û nabe bi ti awayî rêgirî li pêşiya pêkhateyan hebe ji bo rola xwe di jiyana siyasî û parlementoyê de bigirin.

Proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:05:51