Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 19/12/2022an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Şahnişîna Urdinê li Hewlêrê Fuad El-Micalî kir.
19.12.2022, Pts - 09:49
Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser dostaniya dîrokî ya di navbera Şahnişîna Urdinê û gelê Kurd de û pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:05