Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîkayê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner kir.
15.08.2024, Per - 17:00
Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîkayê kir
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de ku Konsulê berê yê Amerîkayê li Hewlêrê Mark Straw amade bû, Serok Barzanî bi xêrhatina Konsulê nû yê Amerîkayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û rola Konsulê berê yê Amerîkayê di pêşxistina têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bilind nirxand.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê kir ku di qonaxên curbicur de piştgîriya gelê Kurdistanê kirine, bi taybetî di warê damezirandina devera dijefirînê bo Kurdistanê piştî raperîna gelê Kurdistanê li sala 1991ê û rûxandina rejîma berê ya Îraqê di sala 2003an de û herwiha alîkariya Herêma Kurdistanê Iraqê di şerê dijî terorê de.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, guftûgo li ser hilbijartinên dahatû yên Herêma Kurdistanê, serdana dawî ya Serok Barzanî bo Bexdayê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, hatin kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:42:14