Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Qeterê kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Qeterê kir û di wê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Dohayê de di warên geştyarî, aborî û geşepêdanê de hate kirin.
25.05.2024, Cts - 12:04
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Qeterê kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Gulanê pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Qeterê kir ku ji Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeter Ehmed Bin Hesen El-Hemadî, Balyozê Qeterê li Iraqê Sultan Bin Mubarek El-Kubeysî û Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê Husên Bin Elî El-Fezala pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçeyê û metirsî û astengiyên li pêşiya aramiya navçeyê gotûbêj kirin û Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku baştirîn rê ji bo çareserkirina kêşe, astengî û aloziyan, wergirtina rêbaza diyalogê û dûrxistina ji şer û wêraniyê ye.

Herwiha di civînê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Qeterê de di warên geştyarî, aborî û geşepêdanê de hat kirin.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:57:25