Serok Barzanî pêşwazî li şandeyekî Hevpeymaniya Yekgirtû ya Enbarê kir
Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeyekî Hevpeymaniya Yekgirtû ya Enbarê ya di serokatiya Qasim Elfehdawî de kir û gotûbêj di derbarê pirsên siyasî yên Iraqê de kir.
18.11.2024, Pts - 15:05
Îro 18.11.2024ê Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî li şandeyekî Hevpeymaniya Yekgirtû ya Enbarê ya di serokatiya Qasim Elfehdawî de kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşketinên dawî û guhertin hatin gotûbêj kirin. Herwaha rêyên parastina seqamgiriya Iraqê û hemahengî û karên hevbeş di navbera aliyên Iraqê de mijareke din a gotûbêjan bû.
Vî nûçeyê tevayî: 81 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:08:39