Serok Mesûd Barzanî duh li Pîrmamê pêşwaziya Lijneya Şehîd û Qurbanî û Zindaniyên Siyasî ya Civata Nûnerên Îraqê kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan bi merema zêdetir xizmetkirina kesûkarên şehîd û enfalkirî û zirardîtiyên destê rijêma berê Îraqê dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li hev guhertin.
Serok Barzanî di wê hevdîtinê de amaje da tawanên rijêma berê ya Îraqê li beranberî gelê Kurdistanê û pêdivî dît ku Hikûmeta Îraqê bi giringî ve doza qurbaniyên destê rijêma berê ya Îraqê bike serpişk û bi awayekî hejî û dadperwerane hemî kesûkarên şehîd û enfalkirî û zirardîtiyên destê wê rijêmê qerebû bike.
Her di wê hevdîtinê de serok û endamên Lijneya Şehîd û Qurbanî û Zindaniyên Siyasî ya Civata Nûnerên Îraqê kurtiyek ji kar û piroje û armancên serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berçav kir.