Serok Barzanî: Polîtîkayên erebkirinê nayên qebûlkirin

Serok Barzanî ragihand ku erebkirina Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî nayê qebûlkirin.
19.01.2018, Cum - 06:15
Serok Barzanî: Polîtîkayên erebkirinê nayên qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî li Selahadînê pêşwaziya rîspiyên devera Sergerdanê kir. Rîspiyan di vê civînê de daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku polîîtkayên erebkirinê yên hêzên Iraqî û Heşda Şeibiyê asteng bike.

Serok Barzanî jî di vê civînê de ragihand ku polîtîkayên erebkirinê nayên qebûlkirin û wiha axivî: “Miletê Kurdistanê ku xwedî ehlaq û çandeke mezin e, rêzê li hemû netew û gelên din digire. Naxwaz in ku kêşeyên di navbera hikûmetan de bibin sedema pevçûnan di navbera gelan de. Erebkirina deverê li dijî xelkê metirsiyeke mezin e. Em her tim li gel miletê Kurdistanê ne. Binpêkirina mafên mirovan bi çi awayî nayên qebûlkirin.”

Serok Barzanî herwiha ji ber hewldanên wan ên ji bo parastina xaka xwe spasiyên xwe pêşkêşî xelkê Sergerdan û deverên din kir. Serok Barzanî herwiha got, ‘Divê xelkê Kurdistanê li dijî zilm û zaliman ti demê hêviyên xwe winda neke.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:12