Serok Barzanî rewşa Berpirsê Liqa 22ê ya Germiyanê ya PDKê dipirse

Serok Barzanî bi rêya tilefonê peywendiyê bi Berpirsê Liqa 22ê ya Germiyanê ya PDKê dike û rewşa wî dipirse.
17.07.2024, Çar - 10:02
Serok Barzanî rewşa Berpirsê Liqa 22ê ya Germiyanê ya PDKê dipirse
Nuçe Belav bike

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî duh bi rêya tilefonê peywendiyê bi Berpirsê Liqa 22ê ya Germiyanê ya PDKê Ekrem Salih kir.”

Herwesa diyar kiriye, “Zêdebarî pirsîna rewşa wî, Serok Barzanî di wê peywendiyê de dilxweşiya xwe ji bo silametiya Berpirsê Liqa 22ê ya Germiyanê ya PDKê diyar kir.”

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “Serk Barzanî kiryara terorsitî ya li ber deriyê mala Berpirsê Liqa 22ê ya Germiyanê ya PDKê şermezar kir û herwesa ragehand, biker û ew kesên li pişt wê kiryara terorsitî ne bi piştrastî ve dê xûka wî karê xwe yê têkderane bidin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:49:51