Serok Barzanî rewşa Kerkûkê bi şandeke Partiya Siyada re gotûbêj dike
Serok Barzanî û Serokê Partiya Siyada Xemîs Xancar hevkêşeyên di nava proseya siyasî ya Iraqê de û rewşa parêzgeha Kerkûkê gotûbêj kirin.
22.08.2024, Per - 16:19
Baregeha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Tebaxê pêşwazî li şandeke Partiya Siyada bi serokatiya Xemîs Xancar kir.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî, pêşhatên dawî û hevkêşeyên di nava proseya siyasî ya Iraqê de û rewşa parêzgeha Kerkûkê hatin gotûbêjkirin.
Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:00:21