Serok Barzanî: Roleke mezin a Danielle Mitterrand di parastina doza Kurd de hebû

Bi amadebûna Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 12ê Mijdarê, merasîma 100 saliya jidayîkbûna Danielle Mitterrand, hevjîna Serokê berê yê Fransayê Francois Mitterrand dibin ku li Hewlêrê tê lidarxistin.
12.11.2024, Sal - 15:15
Serok Barzanî: Roleke mezin a Danielle Mitterrand di parastina doza Kurd de hebû
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di gotarekê de got: “Xatûn Danielle Mitterrand mafekî wê ya mezin li ser gelê Kurdistanê heye, roleke gelekî mezin  di parastina doza gelê Kurd de mezin lîst. Wê her tiştê ku ji destê wê hat kir û ez bawer im ku wê dixwest ji bo kurdan tiştên zêdetir bike, lê diyar e ku ew qas derfet hebû.”

Serok Barzanî eşkere kir ku piştî proseya Enfalê di sala 1989an de, yekem car li Fransayê bi Daniel Mitterrand re hevdîtin pêk anî û got: “Dema min xwest ez jê re behsa êş û azarên gelê Kurd bikim, min dît ku haya wê jê heye û ne hewceyî şirovekirinê ye. Wê behsa wê yekê kir ku ewê serdana çend kampên li derdora Diyarbekirê kiriye û dema behsa rewşa xelkê kir, hêsir ji çavên wê hatin xwarê. Bi rastî ev ji bo min nû bû, cara yekem bû min dît ku ewropiyek hêsir ji bo Kurdan birijîne. Vê yekê gelek bandor li min kir.”

Serok Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Em xwe deyndarê xanim Danielle Mitterrand dibînin. Heta koça dawî kir, doza gelê Kurd yek ji karên wê yên pêşîne bû.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Di sala 1992 de dema yekem car bi Serokomarê berê yê Fransayê Francois Mitterrand re hevdîtin pêk anî, wî got, ji gelê Kurd re bibêje ku dostekî we yê dilsoz li Elysee heye.”

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 117 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:05:45