Serok Barzanî di behînameyekê de radigehîne, “Bi mixabiniyeka zêde ve min wexerkirina Pêşmerge û medyakar Kameran Xefaf bihîst”. Amajeyê jî dide, “Xudêjêrazî medyakarekî jêhatî û nimûneya dilsozî û welatperweriyê bû”.
Serok Barzanî behînameyek ji bo wexerkirina medyakarê navdar ê Kurdistanê Kameran Xefaf belav kir ku tê de nivîsiye, “Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û heval û hevkarên wî dikim û xwe hevparê xema wan dibînim”.
Behînameya Serok Barzanî
Bi navê Xudayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeka zêde ve min wexerkirina nûçeya Pêşmerge û medyakar Kameran Xefaf bihîst.
Xudêjêrazî medyakarekî jêhatî û nimûneya dilsozî û welatperweriyê bû.
Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û heval û hevkarên wî dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.
Xudayê mezin canê wî şa bike û sebr û hedarê bi hemî aliyan bide.
Îna lîlah weîna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî