Serok Barzanî serexweşiyê li Şêx Nehro Kesnezanî dike

Serok Barzanî behînameyekê arasteyî Rêberê Terîqeta Qadirî Şêx Nehro Kesnezanî dike, ji ber koça dawiyê ya Perlemanter Xandî Mihemed Kesnezanî yê birayê wî.
29.07.2024, Pts - 10:10
Serok Barzanî serexweşiyê li Şêx Nehro Kesnezanî dike
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî duh (Yekşem, 28.07.2024) di behînameyekê de ji bo Şêx Nehro Kesnezanî nivîsiye, “Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya birayê we yên rêzdar Xandî Şêx Mihemed Kerîm gehişt min.”

Herwesa di wê behînameyê de hatiye, “Ez serexweşiyê li we û malbata we ya rêzdar û kesûkarên we dikim û xwe hevparê xema we dibînim.”

Tekista behînameya Serok Barzanî

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Rêberê Terîqeta Qadirî rêzdar Şêx Nehro Kesnezanî, Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya birayê we yên rêzdar Xandî Şêx Mihemed Kerîm gehişt min.

Ez serexweşiyê li we û malbata we ya rêzdar û kesûkarên we dikim û xwe hevparê xema we dibînim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê birayê we yê Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bide hemî aliyan.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon

Mesûd Barzanî

28ê Tîrmeha 2024ê

 

Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:29:49