Serok Barzanî, Serokwezîrê Îraqê qebûl kir

Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî qebûl kir.
13.11.2024, Çar - 17:53
Serok Barzanî, Serokwezîrê Îraqê qebûl kir
Nuçe Belav bike

Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî û Sûdanî di civînê de behsa rewşa siyasî ya herêmê û rûdanên li Rojhilatê Navîn kirin.

Hat ragihandin ku avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji mijarên civînê bû.

Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê jî gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku di pêwendî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de gavên erênî û baş hatine avêtin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:26