Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê doza Kurdan gihand cihanê

Serok Barzanî diyar kir ku Şoreşa Îlonê doza neteweyî ya Kurdan gihandiye cihanê.
12.09.2024, Per - 09:55
Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê doza Kurdan gihand cihanê
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî tevlî 63yemîn merasîma bibîranîna Şoreşa Îlonê bû û di merasîmê de gotarek pêşkeş kir.

Serok Barzanî xwest ku xelkê Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî vegerin ruhê serdema Şoreşa Îlonê û Raperîna sala 1991ê.

Serok Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de got:

"Em bi hev re dikarin gelek destkeftiyên mezin bi dest bixin."

Merasîma bîranîna Şoreşa Îlonê li Çiyayê Sefînê hat lidarxistin.

“Heta Pêşmerge hebin Kurdistan di destên ewle de ye”

Serok Barzanî di gotara xwe de behsa rola Şoreşa Îlonê ya di doza neteweyî ya Kurdan de kir û got:

“11ê Îlonê rojeke pîroz e, Şoreşa Îlonê şoreşek e ku doza gelê Kurdistanê gihand hemû cîhanê û deriyekî fireh ji hemû Kurdistanê re vekir û berhema wê jî hebû.

Dîsa 11ê Adara 1970an bi xwîna Pêşmergeyên qehreman destkefteke mezin ji bo gelê Kurdistanê hat bidestxistin.

Em bi hev re dikarin gelek destkeftiyan bi dest bixin û divê em spasiya Xwedê bikin ku îro em bi amadebûna van hêjayan, Şoreşa Îlonê bi bîr tînin. Sefîn alayeke bilind e di dîroka gelê Kurdistanê de.

Me ev îrade ji Şoreşa Îlonê wergirtiye û heta em sax bin jî ev îrade dê bimîne.

Heta ku ev Pêşmergeyên qehreman hebin, Kurdistan di destên ewle de ye û roj bi roj dê pêşketinên mezin pêk werin.”

Serok Barzanî li ser Çiyayê Sefînê axivî û amaje bi helbesteke Hejar Mukriyanî kir.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de hêviya serkeftin û pêşketina Kurdistanê xwest.

11ê Îlona 1961ê artêşa Îraqê li herêma Bazyan, Geliyê Xelkan û li sînorê Dihokê dest bi êriş û bombebaranan kirin.

Her wiha 19ê Îlonê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî li hemberî êriş û bombebaranan biryara parastinê da.

Bi rêbertiyê Mele Mistefa Barzanî meha Îlona 1961ê li dijî artêşa Îraqê şoreşê dest pê kir.

Şoreşê heta Peymana Cezayîrê ya sala 1975an berdewam kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 127 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:51:37