Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê doza rewa ya gelê Kurdistanê gelek pêngavan ber bi pêş ve bir

Serok Barzanî di salvegera 63ê ya Şoreşa Îlonê ya mezin de peyamekê parve dike û tê de amajeyê dide, “Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa seranserî û siyasî û çekdarî ya cemawerê Kurdistanê bû.” Herwesa dibêje, “Şoreşa Îlonê doza rewa ya gelê Kurdistanê gelek pêngavan ber bi pêş ve bir.”
11.09.2024, Çar - 13:01
Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê doza rewa ya gelê Kurdistanê gelek pêngavan ber bi pêş ve bir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 11.09.2024) di salvegera 63ê ya Şoreşa Îlonê ya mezin de peyamek parve kir û tê de got, “Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa seranserî û siyasî û çekdarî ya cemawerê Kurdistanê bû, ji bo bergirîkirin û çespandina mafên rewa yên gelê Kurdistanê.”

Serok Barzanî tekezjî kir, “Şoreşa Îlonê bawerîbixwebûn ji bo mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bihêz a siyasî û rêkxistinî û cemawerî ji bo berdewamiya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî stem û dagirkariyê.”

Serok Barzanî eşkere jî kir, “Şoreşa Îlonê bi dastan û gernasiyên xwe û bi xweragiriya serkirdetî û Pêşmerge û cemawerê xwe doza rewa ya gelê Kurdistanê gelek pêngavan ber bi pêş ve bir û bû îlhambexşa xebat û têkoşanê ji bo qonaxên din ên xebata gelê Kurdistanê.”

Tekista peyama Serok Barzanî di salvegera 63ê ya şoreşa Îlonê de:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Şoreşa Îlonê ya mezin bi rêberiya Barzaniyê Nemir mezintirîn şoreşa seranserî û siyasî û çekdarî ya cemawerê Kurdistanê bû, ji bo bergirîkirin û çespandina mafên rewa yên gelê Kurdistanê. Şoreşa Îlonê îrade û bawerîbixwebûn ji bo mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bihêz a siyasî û rêkxistinî û cemawerî ji bo berdewamiya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî stem û dagirkariyê.

Şoreşa Îlonê bi dastan û gernasiyên xwe û bi xweragiriya serkirdetî û Pêşmerge û cemawerê xwe doza rewa ya gelê Kurdistanê gelek pêngavan ber bi pêş ve bir û bû îlhambexşa xebat û têkoşanê ji bo qonaxên din ên xebata gelê Kurdistanê.

Di salvagera 63ê ya serhildana şoreşa Îlonê ya mezin de, em bi hezaran silavan ji bo canê pakij ê şehîdên şoreşa Îlonê û hemî şehîdên Kurdistanê dişînin. Herwesa min rêz ji bo fedakarî û xweragiriya hemî wan Pêşmerge û xebatker û qehremanan heye yên ku şûntiliyên wan di wê şanaziya niştîmanî de diyar in. Wan qehremanan dîrok ji bo gelê xwe tomar kir û jiyan û xebata her yek ji wan dersên xebat û xweragirî ne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:48:23