Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Kurdan li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist.
Di xwepêşandanên Kurdan de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
“Rewşeke gelekî metirsîdar li Kerkûkê çêkirine”
Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa wî bajarê Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da û got:
"Ev çend roj in, li Kerkûkê hinek alî, vekirina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) asteng dikin û rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine û nahêlin welatî jiyana xwe ya asayî û çûnûhatinê bidomînin.
Wan rê nadin welatî jiyana xwe ya asayî bijîn û rewşeke gelekî nebaş û metirsîdar ji bo xelkê Kerkûkê çêkirine.”
“Ev hewldanek e ji bo derxistina fitneyê”
Serok Barzanî diyar kir ku wan her tim xwestiye Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyan, biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên bajêr de û wiha pê de çû:
“Lê ev serederiya nebicih û neyasayî, hewldanek ji bo derxistina fitne û têkdana pêkvejiyanê ye.
Cihê sosretê ye ku di çend rojên borî de hêzên ewlehiyê û polîsên Kerkûkê rê li ber alozî û kiryarên neyasayî yên astengkaran negirtine.”
“xwîna ciwanên Kurd hat rijandin”
Serok Barzanî da zanîn ku hêzên Îraqê li Kerkûkê tundûtûjî li dijî xort û xwepêşanderên Kurdên Kerkûkê bikar tîne û xwîna ciwanên Kurd hat rijandin û got:
“Ev serederî nayê qebûlkirin û dê encamên gelek xirab bi xwe re bîne, rijandina xwîna zarokên me li Kerkûkê dê berdêlên wê yên giran hebin.”
Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî got: “Ez bang li Serokwezîrê Îraqa Federal dikim ku dawî li van astengî û aloziyan bîne û dawî li zilm, cudahî û astengiyan bîne. Ev ji ber ku rasterast pêkvejiyan û aramiya Kerkûk û navçeyên din dike armanc.”