Serok Barzanî û Alina Romanowskiyê rewşa herêmê gotûbêj kir

Serok Mesûd Barzanî Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski qebûl kir.
05.11.2024, Sal - 10:20
Serok Barzanî û Alina Romanowskiyê rewşa herêmê gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Ofîsa Barzanî diyar kir ku Serok Mesûd Barzanî bi Alina Romanowskiyê re civiyaye.

Di civînê de Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Steve Bittner jî amade bû.

Alina Romanowskiyê bi boneya serkeftina hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn ên Parlamentoya Kurdistanê Serok Barzanî pîroz kir.

Balyoza Amerîkayê tekez kir ku hilbijartin di atmosfereke demokratîk û aştiyane de hat lidarxistin.

Romanowskiyê amaje bi wê yekê jî kir ku lidarxistina hilbijartinan dîmenê şaristaniya Herêma Kurdistanê nîşanî hemû kesî daye.

Serok Mesûd Barzanî her wiha spasiya civaka navnetweyî û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê kir ku tevî çend pirsgirêkên teknîkî di serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de roleke wê ya zêde hebû.

Li beşeke din a hevdîtinê de behsa pêngavên pêkanîna hikûmeta nû û danûstandinên di navbera aliyan de hat kirin.

Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku PDKyê tîmek ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmetê û bernameya hikûmeta nû pêk aniye û ji bo hikûmetê PDK ti aliyan veto nake.

Di beşeke din a hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Pêvajoya siyasî ya Îraqê û hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Îraqê mijarên civînê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:40