Serok Barzanî û Balyoza Amerîkayê hilbijartinên Kurdistanê û mayîna hêzên hevpeymanan gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski kir.
09.09.2024, Pts - 16:31
Serok Barzanî û Balyoza Amerîkayê hilbijartinên Kurdistanê û mayîna hêzên hevpeymanan gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Stephen Binner amade bû, Balyoza Amerîkayê li Iraqê amaje bi encamên serdana dawî ya Serok Barzanî bo Bexdayê kir ku bandoreke wê ya mezin li ser nêrîna aliyên siyasî yên Iraqê kir û atmosfereke erênî ji bo serederîkirina mijarên cuda çêkir.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di meha Cotmehê de û pêwîstiya lidarxistina kampanyayan di keşeke azad û bê kêşe de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha mijara mayîna hêzên hevpeymanan li Iraqê û metirsiya terorê li ser Iraq û navçeyê jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 131 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:26:55