Îro Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmam pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî Dr. Elî Qeredaxî û şandeke hevbeş a Zanîngeha Peşepêdana Mirovî û Rêxistina Rabiteya Mirovî ya li Kurdistanê kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de rewşa Iraqê û navçeyê hat gotûbêjkirin û li ser astengî û gefên li ber seqamgîrî û aştiya li navçe û cîhanê danûstandina fikr û ramanan hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di civînê de tekezî li ser redkirina zimanê gef û înkarê hat kirin û hat destnîşankirin ku zimanê diyalog û aştîxwaziyê, ji bo çareserkirina kêşe û qeyranên navçeyê, rêya herî baş e.
Herwiha har diyarkirin ku di beşeke din a civînê de rewşa navxwe ya Kurdistanê, bar û guzetan û nîgeraniyên xelkê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.