Serok Barzanî û Kazimî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê axifîn

Baregeha Barzanî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şeva borî pêwendiyeke telefonî bi Serok Mesûd Barzanî pêk anî.
02.05.2022, Pts - 10:50
Serok Barzanî û Kazimî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê axifîn
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrîşa mûşekî ya şeva borî ya li ser Hewlêrê de gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Serok Barzanî, Kazimî di wê pêwendiyê de pîrozbahiya cejna Remezanê li Serok Barzanî kir û hêviya aramî, xêr û xweşiyê ji gelê Kurdistanê re û biratiya di navbera tevahiya gelê Iraqê de xwast.

Serok Barzanî û Kazimî herwiha di peywendiya telefonî de guftûgo derbar êrîşa mûşekî ya li ser refînereke qezaya Xebat kirin.

Kazimî tekezî li wê kir ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê dê êrîşkerên wê tawanê bigihînin cezayên wan û got: “Êrişên bi vî rengî îradeya hikûmeta Iraqê ji bo sepandina yasayê û şikandina teror û tawanbaran, bihêztir dike.

Di bûyerê de ku şeva borî 6 mûşek avêtin navçeya Xebat a Hewlêrê, ti ziyanên canî çênebûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 643 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:36:23