Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya balyozê Erebistana Siûdiyê kir

Îro, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Erebistana Siûdiyê yê nû li Hewlêrê patexta Herêma Kurdistnê kir, di civînê de pêwendiyên Riyad û Hewlêrê hatin gotûbêjkirin.
02.03.2017, Per - 14:23
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya balyozê Erebistana Siûdiyê kir
Nuçe Belav bike

Îro, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Erebistana Siûdiyê yê nû li Hewlêrê patexta Herêma Kurdistnê kir, di civînê de pêwendiyên Riyad û Hewlêrê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê wê civînê Serokatiya Herîma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, tê de diyar kir ku, balyozê Erebistana Siûdiyê Feysel Bin Mensûr El-Etebî silavên şahê wî welatî bo Barzanî veguhestine, herwiha kêfxweşiya xwe ji erkê xwe yê nû re weke balyozeke nû li Herêma Kurdistanê anîye ziman.

El-Eteybî hêvîkir ku, pêwendiyên her du aliyan di beware aborî û bazirganî de bigehin asta herî bilind.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amadebûna hemû dezgehên Herêma Kurdistanê bo pêşkêşkirina alîkariyan jibalyozê nû re ragehand, herwiha dûpat li ser geşepêdana pêwendiyên her du aliyan kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:51:10