Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşt Îmaratê
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt payîtexta Îmaratê bajarê Abû Dabiy û biryar e sibe ligel welîahtê prensê Îmaretê Mihemed Bin Zayîd re bicive.
10.11.2019, Paz - 05:15
Ofîsa ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku Nêçîrvan Barzanêri êvariya îro Şemiyê gihîşte bajarê Abû Dabiyê.
Li gor daxuyanî, Barzanî dê sibê bi welîaht prens û cîgirê serfermandarê hêzên çekdar ên îmaratê bi Mihemed Bn Zayîd re hevdîtinê bike.
Mihemed Bin Zayîd hevdem Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokê Encûmena Raperandina Îmaratê ye. Bi sedema nexweşketina birayê wî, serkêşiya karûbarên wî welatî dike.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 982 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:01:08